Fuad Husên: Îraq û Tirkiye wê li ser avê peymanekê îmze bikin

Av bûye amûra herî mezin ya siyaset û diplomasiye. Ji ber dewleta Tirkiye bendav li ser çemên Dîcle û Firatê avakirine û av bi awayekî têrker nagihêjê Iraq bi pirsgirêkek mezina têkildari çavkaniyên ava şirîn re rû bi rû ye. Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan wê ji bo îmzekirina peymana avê Bexdayê ziyaret bike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Pirsgirêka avê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ne nû ye û ev pirsgirêk  ji salên 1980 ve heye.

Lê piştî ku di sala 2011an deTirkiyeyê Bendava Ilisu li ser Çemê Dîcleyê avakir krîza avê girantir bû

û ev yek bû sedema ziwabûn, çolbûn û têkçûna jîngehê.

Derbarê çareserkirina vê pirisgirêkê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên agahyî dan.

Tirkiye wê stratejiya sereke ya peymana avê birêve bibe

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, ji bo îmzekirina peymaneke derbarê avê wê Bexdayê ziyaret bike.

Fuad Husên da zanîn  ku wan lihev kirine di  heyama 50 rojan de hinek avê berdin ser Çemên Ferat û Dîcleyê.

Fuad Husên eşkere kir ku wan bi hikûmeta Tirkiyeyê û kompanyayên Tirkiyeyê re li hev kir ku ew ê ava li Îraqê birêvebibin û got: "Ez li bendê me ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan were Îraqê û em bi hev re vê peymanê îmze bikin."

Peyman, stratejiyên sereke yên têkildarî birêveberiya avê li xwe digire.

Karên wekî avakirina bendavan li Îraqê, ji nû ve bikaranîna ava qirêj, komkirina ava baranê, birêveberiya ava bin erdê û parzûnkirina ava deryayê wê ji aliyê kompanyayên Tirkiyeyê ve bêne kirin.

Her wiha Tirkiye wê heta 50 rojan zêdetir avê berde Îraqê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye