Ku ji dema îmzekirina peymanê di 17'ê Hezîranê de cara yekem gule li hev dan.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di civîneke çapemeniyê wiha got:
"Her êrîşek li ser Komara Îslamî ya Îranê wê bi bersivek tavilê were bersivandin."
Li gorî medyaya dewleta Îranê piştî ku Washingtonê Tehran bi êrîşa li ser yek ji keştîyên wê yên bazirganî li Tengava Hurmizê tawanbar kir, Îranê got ku wê êrîşî çeperên Amerîkî li Kendavê kiriye, wekî tolhildana êrîşên Amerîkî li ser axa wê ye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ji rojnamevanan re destnîşankir ku dan û stendin di navbera Tehran û Washingtonê de bi rêyên siyasî, ne leşkerî, pêk tê.
Di navbera her du artêşan de tu kanalên ragihandinê tune ne.
Sibê dê dan û standin di navbera Îran û Amerîkayê de werin kirin
Di heman çarçoveyê de li gorî Kanalê li Qeterê di navbera şandeyên Îranî û Amerîkî de ti dan û standinên rasterast nayên kirin.
Lê sibê dê dan û standinên nerasterast di navbera şandeyên Îranî û Amerîkî de bi hebûna navbeynkaran
werin kirin.