Şandeya Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya Mazlûm Ebdî li Şamê ye

Şandeyeke ji Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya Şêwirmendê Serokomariya Sûriyê Mazlûm Ebdî, ji bo pêkanîna çend hevdîtinên fermî çû paytexta Sûriyê Şamê. Li wir Mazlûm Ebdî bi Wezîrê Dadê yê Sûriyê Mezher Ebdulrehman Weys re jî civînek pêk anî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di nava şandeyê de berpirs û rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên Parêzgariya Hesekê cih girtin.

Mazlûm Ebdî bi Wezîrê Dadê yê Sûriyê re civiya

Di çarçoveya serdana xwe ya Şamê de, Mazlûm Ebdî bi Wezîrê Dadê yê Sûriyê Mezher Ebdulrehman Weys re jî civînek pêk anî.

Civîn bi awayekî veşartî û bêyî amadebûna çapemeniyê hat lidarxistin.

Di civînê de pêvajoya entegrebûnê hat nîqaşkirin

Di hevdîtinê de pêvajoya entegrebûnê ya di çarçoveya Peymana 29`ê çileyê de û rêkarên entegrebûna hêzên ewlehiyê hatin nîqaşkirin.

Her wiha, li ser hin dosyayên girîng ên rêveberiyê jî hevdîtin hatin kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye