Li navçeya Farqînê baran û teyrok ji nîşkê ve bi dijwarî bariya.
Ev yek jî bû sedema herikîna avê ji quntarên çiyayan û kuçe, rê da ber xwe.
Piştî ku lêhî rabû, tîmên Şaredariya Farqînê dest bi xebatê kirin.
Tîmên şaredariyê li herêmên ku ji lêhiyê bandor bûne destwerdanên hewce kirin û xebatên xwe domandin.
Ew jî da ku veguhastin û jiyana rojane neyên astengkirin.
Xebatên tîmên şaredariyê yên li qadê dê heta kêmbûna bandora baranê û ji holê rakirina xetereya lehiyê berdewam bikin.
ji bilî navçeya Farqîna Amedê, Mêrdîn jî di saetên êvarê de rastî barana gur, bayê dijwar hat.
Baran li navçeya navendî ya Artukluyê dest pê kir.
ji ber barana zêde jî jiyana rojane hat astenkirin.