Li gorî texmînên hewayê yên meteorolojiyê li Seranserê Kurdistanê û gelek herêmên Tirkiyê dê baran bandora xwe bidomîne.
Herwaiha tê texmînkirin ku germahiya hewayê jî dê kêm bibe.
Tê payîn ku dê seranserê Kurdistanê dinya ewir bibe û hewayeke bi birûsk û baran bandora xwe di tevahiya rojê de bidomîne.
Tê texmînkirin ku dê li Dêrsim, Xarpêt, Erzîngan û derdora van bajaran û bakurê Meletiyê dê baran bandora xwe zêde bike.
Her wiha dê Amed 21, Wan 18, Mêrdîn 22, Sêrt 23, Erzirom 17, Qers 17, Meletî 19, û Riha jî 25 pile be.