Hegseth: Me vebijêrka leşkerî dûr nexistiye

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku tevî sepandina cezayên aborî li ser Îranê jî. Lê hîn jî gengaziya operasyoneke leşkerî heye. Li aliyekî din jî, Amerîkayê gelek kesayet, kompanî û sazî yên Îranî û yên ku têkiliya wan bi Îranê re heye ceza kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî sepandina Amerîkayê tecrîdeke aborî ya tund li dijî Îranê.

Lê gengaziya jinûve destpêkirina êrîşên dijber ên di navbera Îran û Amerîkayê de hê jî pêkan e.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth roja duşemê 24ê tebaxê, li ser gengaziya destpêkirina êrîşên nû yên li dijî Îranê hin agahî bi par ve kirin.

Pete Hegseth li ser pêşbînîkirina jinûve destpêkirina êrîşan got ku heke pêwîst bike ku ew êrîşên leşkerî bi kar bînin, ew ê vê yekê pêk bînin.

Hegseth axaftina xwe wiha domand:

"Heke Îranî kiryareke xirab bikin an jî bi artêşa Amerîkayê re pevbiçin,

Em ê her tiştê pêwîst pêk bînin.

Em dizanin ku fişara aborî niha zirarên herî zêde dide Îranê.

Lê me hîç vebijêrka êrîşên leşkerî li Tengava Hurmizê yan li derdora Îranê dûr nexistiye."

Pûrkebeganî: Amerîka dixwaze rê li ber vegera êrîşan veke

Têkildarî mijara gengaziya jinûve destpêkirina şer, ji hêla Îranê ve jî tê pêşbînîkirin ku gengaziya şer hîn pêkan e.

Der barê vê mijarê de, Endamê Komîsyona Dadweriyê ya Parlamentoya Îranê Cefer Pûrkebeganî, roja sêşemê 25ê tebaxê, di guftûgoyekê de bi ajansa Xane Milet re ragihand ku Amerîka hewl dide ku bi rêya fişarên aborî rê li ber vegera rûbirûbûna leşkerî veke.

Cefer Pûrkebeganî di guftûgoya de wiha axivî:

"Amerîka heta niha hemû amûrên aborî ji bo radestkirina miletê Îranê bi kar aniye

Amerîka ti serkeftin bi dest nexistiye û di pêşerojê de jî dê bi dest nexe.

Tenê rêya rawestana li ber zordaran xwesipartina bi hêza xwe ya astengker e."

Amerîkayê 24 kes, 48 sazî û şeş keştî ceza kirin

Li aliyekî din jî, Nivîsgeha Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî ya Amerîkayê OFAC ragihand ku wan 24 kes, 48 ​​sazî û şeş keştiyên Îranî û yên neÎranî ji ber têkiliyên wan bi Îranê re ceza kirin.

Di nav kesên cezakirî de Fermandarê Artêşa Îranê Emîr Hatimî, Şêwirmendê Mucteba Xamineyî Mihemed Baqir Zûlqedir, Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê Riza Telayî, Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Îranê Elî Ebdulahî, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdarên Îranê Ehmed Wehîdî û Fermandarê Hêzên Hewayî yê Supaya Pasdaran Mecîd Mûsewî jî hene.

Her wiha gelek kes digel 14 welatiyên ji Tirkiye, Çîn, Hindistan, Sîngapûr, Yûnanistan, Sûriye, Îmarat û welatên din, di nav kesên ku hatine cezakirin de ne.

Du kompaniyên bi navên Abhar Polymer Compounds û Axis Innovative jî li lîsteya cezayan hatin zêdekirin.

Her wiha 18 kompaniyên din jî ji Çînê, heşt ji Îmaratê, pênc ji Hindistanê û çar ji Tirkiyê ji ber têkiliyên wan bi Îranê re hatin cezakirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye