Trump: Em ê berî hilbijartinên navîn ên Amerîkayê êrîşî Îranê nekin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew bi Îranê re dan û standinên avaker dikin û destnîşan kir ku ew berî hilbijartinên navîn ên Amerîkayê êrîşî Îranê nakin. Ji aliyê xwe ve, Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku serkeftina dan û standinên bi Amerîkayê re, girêdayî wê yekê ye ku bêyî fişar û gefan bên meşandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rageşiya li Rojhilata Navîn a di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê, bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja pêncşemê, li ser tora civakî Truth Socialê, der barê rewşa Îranê de nivîsand û wiha anî ziman:

"Amerîka bi Îranê re dan û standinên avaker dike û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê berî hilbijartinên navîn ên 3'yê mijdarê êrîşî Îranê nake.

Dorpêça li ser Îranê dê bi tevahî hêza xwe berdewam bike û tenê şeva borî 22 milyon bermîl petrol ji Tengava Hurmizê derbas bûn, bêyî ku bermîlek ji Îranê were yan jî biçe Îranê.

Ez dubare dikim ku Îran dê çekên nukleerî bi dest nexe."

Pezeşkiyan: Dan û standinên bi Amerîkayê re divê bê gef û fişar bin

Ji aliyê xwe ve, Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ragihand ku serkeftina dan û standinên bi Amerîkayê re ji bo bidawîanîna şer, divê bêyî zext û gefan bên kirin.

Mesûd Pezeşkiyan di gotara xwe ya roja înê de li lûtkeya Civaka Dewletên Serbixwe (CIS) li Tirkmenistanê wiha got:

"Diyalog tenê dema ku li ser bingeha rêzgirtina dualî û pabendbûnên dualî be, wateyê werdigire û şansê serkeftinê bi dest dixe.

Eger dan û standin ji fişar û gefan dûr nebin, bêwate ne."

Ev demek e ku dan û standin di navbera Amerîka û Îranê de, bi riya navbeynkaran tên kirin, lê heta niha ti pêşveçûnên berbiçav nehatine bidestxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye