Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê di hefteya borî de, 10 bajarokên nû yên Ûkraynayê kontrol kirine.
Li gorî daxuyaniyên ku ji aliyê ajansên RIA Novosti û Sputnikê ve hatine parvekirin, di navbera 27'ê Nîsanê û 3'yê Gulanê de, 4 bajarok li herêma Somîyê, 4 li Donetskê û 2 li Xarkiyevê hatine kontrolkirin.
Li aliyekî din, Şaredarê Moskowê Sergei Sobyanin, îro got ku Ûkraynayê bi dronekê êrîşî avahiyekê li Moskowê kir.
Hat diyarkirin ku, di encama êrîşê de zirarên canî çênebûn.