Heyeta DEM Partiyê li Parlamenta Federal a Swîsreyê hevdîtin pêk anî

Bi pêşengiya Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz heyetekê li Swîsreyê hin danûstandinên dîplomatîk pêk anîn. Sumeyye Boz diyar kir ku divê piştgirî ji îradeya aştiyê re bê dayîn û hikûmet berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Heyeta ji Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz, Hevberdevkê Têkiliyên Derve yê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK) Ahmet Yaman û Nûrhan Tekdag di çarçoveya danûstandinan de bi Parlamenta Federal a Swîsreyê re hevdîtin kir.

Heyetê bi Parlamenterê Partiya Keskan û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Nicolas Walder, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst SP Cedric Wermuht û Parlamenterê SP’ê û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Fabiran Molina re rûnişt.

Di hevdîtinan de li ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk agahî hatin parvekirin.

Sumeyye Boz anî ziman ku li pêşniyar û nêrînên wan guhdarî kirin û got: “Bi rengekî erênî nêzî pêvajoyê dibin û piştevaniya wê dikin.”

Her wiha diyar kir ku di hevdîtinan de karên komîsyona li meclîsê bi erênî hate nirxandin û wiha domand: “Piştî ku karên komîsyonê gihîşt astekê ew jî dikarin hin pêşniyaran bikin. Bi giştî pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û piştgiriya wê dikin.”

 

Ji bo serkeftina pêvajoyê berpirsyarî dikeve ser milê hêzên navnetewî

 

Her wiha Sumeyye Boz anî ziman ku ji bo pêkhatina çareseriyeke demokratîk û serketina vê pêvajoyê êdî ti hincet nemaye ku hikumet bide pêş û wiha lê zêde kir: “Heta niha PKK weke astengî nîşan didan. Ev hinceta hikumetê bi temamî ji holê rabû. PKK’ê bi gavên heta niha avêtî nîşan da ku di pêvajoyê de çiqasî samîmî ye.

Di van hevdîtinan de em dibêjin, divê piştgirî ji vê îradeya aştiyê re bê dayîn û hikumet berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Parlementera DEM partiyê destnîşan kir ku li qada navneteweyî berpirsyariyên Tirkiyeyê hene ku divê bi cih bîne û wiha pêdeçû: 

"Peymanên ji ber endametiya Konseya Ewropayê hene ku divê li gorî wê tevbigere.

Lewma ji bo serketina vê pêvajoyê berpirsyarî dikeve ser milê hêzên navneteweyî û dewletan jî.”

Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz herî dawî anî ziman ku wê hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî yên li Swîsreyê û hevdîtinên bi gel re dewam bikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24