Li Kamerûnê piştî hilbijartinê 2 kes hatin kuştin

Muxalifên Hikûmeta Kamerûnê îdia kirin ku di encamên hilbijartinê de lîstok tên çêkirin û Hikûmeta berê dixwaze ji nû ve desthilatdariya xwe ya 43 salan bidomîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîsyona hilbijartinê (Elecam) destnîşan kir ku li gorî daneyên destpêkê Serokê berê Paul Biya yê 92 salî bi ser ketiye, lê ev yek jî bû sedema ku li gelek herêman nerazîbûn çêbibin.

Her wiha muxalifan li dijî vê yekê bertek nîşan dan û derketin xwepêşandanan, lê hikûmeta li Kamerûnê êrîşî wan kir, 2 kes hatin kuştin, gelek kesên din jî hatin girtin.

Serokê Encumena Destûrî Clement Atangana, piştrast kir ku encamên fermî wê sibe werin ragihandin.

Tchiroma Bakary yek ji muxalifên Hikûmeta Kamerûnê îdia kir ku wî %54.8`ê dengan li hember %31.3`ê dengan ên Biya bi dest xistiye û xwe wekî serketî îlan kir.

Partiya desthilatdar a Biya îdiaya serkeftina Tchiroma wekî xapandin û sextekariyekê bi nav kir û daxuyaniyên wî şermezar kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye