Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê îsal sê caran cezayê darvekirinê li Rizgar Beygzade Babamîrî, Elî Qasimî, Pêjman Sultanî, Kawe Salihî û Teyfûr Selîmî birî bû.
Li gorî yasa û rêkarên desthilata dadwerî ya Îranê, ger Dîwana Bilind a Dadweriyê cezayê darvekirinê betal bike wê dosye ji bo şaxeke din a heman astê ji dadgehê re were şandin.
Hat ragihandin ku dosyeya van pênc girtiyan li şaxeke din a Dadgeha Urmiyeyê ji nû ve wê were dîtin.
Li van 5 girtiyan ji bilî cezayê darvekirinê 10 heya 15 salan cezayê zindanê hatibû birîn.