Lezgin

Şandeya Mexmûrê piştî 37 rojan hatin berdan

reset font size increase font size

Nûnerên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 14 gulanê de ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve li Bexdayê hatibûn binçavkirin, piştî 37 rojan hatin berdan Lê heta niha jî ambargoya li ser wargehê berdewame.

Şandeya ku ji Hevserokê Meclisa Gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Ehmed Şehbaz, Hevşaredar Edban Yilmaz û Hevberdevkê Komîteya Têkiliyên Derve Bêwar Emîn pêk dihat ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên wargehê di 14’ê Gulana (2025) de, serdana Bexdayê kiribûn, piştî ku hevdîtin bi Wezîrê Edaletê re pêk anîbûn, di vegerê de hatibûn binçavkirin.

Iraq ji 10`ê Nîsanê ve nahêle pêdiviyên girêdayî jiyanê bikeve wargehê û ji ber rênedana Iraqê, karker  nikarin derkevin derveya wargehê û ew dixwazin kar bikin ji bo debara jiyana xwe bikin. Lewra jiyana gelê li wargehê herdiçe zehmettir dibe.

17`ê Tîrmeha 2019 ve PDK ambargo danî li ser Wargehê û çûn û hatina gelê Mexmûr hate astengkirin.

Viyan Soran Kara

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24