Li paytexta Sûriyê li Şamê, civîna ku herî dawî hatibû lidarxistin li ser çar xalên sereke hatibû erêkirin. Yek ji wan xalên sereke jî mijarê koçberan bû.
Endama Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Foza Yûsif di çarçoveya xebatên Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ragihand ku ji bo çareserkirina rewşa kesên ji herêmên xwe koçber bûne, taybet ji bo koçberên ji herêma Efrînê komîteyek hat avakirin.
Foza Yûsif civîna ku şandeya Rêveberiya Xweser di van demên dawî de bi nûnerên desthilata Şamê re pêk anîn, bi erênî bi nav kir û destnîşan kir ku ew mekanîzmayên çareserkirina rewşa koçberên Efrînê û aktîfkirina koordînasyoneke hevbeş di derbarê Efrînê de nîqaş dikin.
Foza Yûsif tekez kir ku komîte piştî cejna Qurbanê amade bû ku yekser dest bi xebatên xwe bike. Lê rayedarên fermî yên desthilata Şamê hîn bersivek erênî nedaye ku komîte dest bi xebatên xwe bike.
Ji ber tunebûna desteka fermî û binpêkirinên li herêmê berdewam dike, komîteyek taybet ji bo sivikirina êşa bi hezaran koçberên Efrînê û bi dest xistina ewlehiya rêxistinî û sazûmaniya mayînde hat avakirinê.
Demhat Misto