Li Reqayê çekdarekî êrişî benda kontrolê kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrişkarekî bi motorsilkêtê bi awayekî bêserûber êrişî bendeke kontrolê ya li Rojhilatê Reqayê kir, di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û êrişkar hat kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê eşkere kir ku kesekî bi motorsiklêtê êrişî bendeke kontrolê ya hêzên wan a li rojhilatê Reqayê kir,di encamê de 2 sivîl şehîd bûn, lê ti zirarên canî di hêzên wan de çênebûye.

Piştî bûyerê, hêzên wan li herêmê dest bi lêgerînê kirin. Her wiha tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst jî hatin girtin, da ku aramiya herêmê misoger bibe û pêşî li her hewldaneke têkbirina ewlehiyê bê girtin.

Fermandariyê, diyar kir ku ew hewldanên tirsonek dê wan ji erkên parastina welatiyan û aramiya herêmê bi dûr nexin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye