Hevserokên Meclisa jîngehê hatin hilbijartin

Ji bo hevserokatiya Meclisa Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Reşa El Xidir û Ciwan Murad, hatin hilbijartin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclisa Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi beşdarbûna hevserokên Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser, hevserokên meclisên ekolojiyê yên li kantonan, nûnerên komîteyên jinan, enerjî, tenduristî, aborî û Komîteya Ewlehiyê ya Parastina Jîngehê, bi armanca başkirina xebatên jîngehê civîneke rêxistinî li dar xistin.

Di civînê de xebatên meha borî  yên desteya jîngehê li kantonan hatin nirxandin. 

Her wiha li ser krîza kêmbûna avê,qirêjiya jîngehê, germahiya bilind, guherîna avhewayê li herêmê û rêbazên çareserkirina wê nîqaş hatin kirin û derbarê jingehê de pêşniyar hatin pêşkêş kirin.

Her wiha Reşa El Xidir û Ciwan Murad ji bo hevserokatiya Meclisa Jîngehê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,hatin hilbijartin.

Ji bo ragihandina hilbijartina hevserokan li benda  erêkirina Meclisa Gelan a Demokratîk in.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24