Guhertina materyalên perwerdeyê yên qonaxa duyem temam bû

Saziya Materyalan (Minhacan) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gor pêwistiyan di hin meteryalan de guhertin çêkir. Saziyê ragihand wan di qonaxa duyem de materyalên refên 2, 5, 8 û 11`an a ku dê di sala xwendinê ya 2025-2026`an de li dibistanan werin belavkirin, guhertin çêkirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Saziya Materyalan (Minhacan) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wan li gorî plansaziya guhertina materyalên dibistanan ku sala 2024`an dabûn destpêkirin, qonaxa duyemîn a guhertina materyalan bi dawî kirine. 

Li gorî sazî dibêje wan di qonaxa duyem a materyalên refên 2, 5, 8 û 11`an de a ku dê di sala xwendinê ya 2025-2026`an de li dibistanan werin belavkirin, hin nûkirin çêkirine.

Di qonaxa duyemîn de materyalên waneyên zimanê Kurdî, Erebî, Ingilîzî, fizîk, kîmya, biyolojî, bîrkarî, felsefe, dîrok, wênesazî, çand û exlaq, civaknasî, zanistên civakî, erdnîgarî, civak û jiyan, muzîk û werzîş hatin nûkirin.

 

Materyal tên çapkirin

 

Endamê Saziya Materyalan Umran Yûsif da zanîn ku materyalên hatine guhertin ji bo çapê hatine şandin. Pirtûk wê ji bo sala xwendinê ya 2025-2026 bên belavkirin.

 

Qonaxa sêyem dest pê kir

 

Li gorî agahiyên ku Umran Yûsif dane, xebatên qonaxa sêyem ên guhertina materayalan jî dest pê kirine. Di vê qonaxê de wê pirtûkên refên 3, 6, 9 û 12`an bên nûkirin. Tê plankirin ku ji bo sala xwendinê ya 2026-2027`an li dibistanan bên belavkirin.

Di qonaxa yekemîn de materyalên refên 1, 4, 7 û 10`an hatibûn guhertin, di sala xwendinê ya 2024-2025`an de dest bi bikaranîna wan hate kirin.

Pirtûkên ku hatine çapkirin bi rêzbazên nûjen û li gorî sîstema perwerdehiya cîhanê wane hatine amadekirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24