AVA TV a ku li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê weşanê dike, serî li rêbazeke sosret da û di wêneyekî de rûyê Abdullah Ocalan sansûr kir ango mozaîk kir.
Di bulteneke AVA TV'yê de, ku Sureyya Hesarî pêşkêşkariyê dike, pêşî qala peyama dawî ya Abdullah Ocalan dike.
Piştre jî wêneyê Abdullah Ocalan û girtiyên li gel wî tê ser ekranê, lê AVA TV'yê rûyê Abdullah Ocalan sansûr kiriye.
Weşangeriya AVA TV'yê ji aliyê partiyên siyasî weke DEM partî û DBP û gelek siyasetmedaran ve, bi taybetî jî li ser platformên medya dîjîtal rastî nerazîbûn û bertekan hat.
Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel, sansûrkirina wêneyê Rêberê PKK'ê ji aliyê Ava Medyayê ve bi tundî şermezar kir.
Tayîp Temel wiha got:
"Sansûrkirina wêneyê Rêber Apo di dîroka rojnamevaniya Kurdî de şermezariyeke mezin e.
Ev li dijî yekîtiya gelê Kurd e, divê ji gelê Kurd lêborîn bê xwestin."
Li ser bertekên zêde, Medyaya AVA TV'yê ji bo DEM Partî daxuyaniyek rexnedayînê da.
Daxuyaniyuya AVA TV'yê wiha ye:
“Em dixwazin bi fermî binpêkirinên edîtorî û teknîkî yên li pişt bikaranîna dawî ya wêneyê Birêz Abdullah Ocalan ji aliyê AVA Medyayê ve, bi taybetî bikaranîna wêneyên nezelal di weşana me de, bo we yên hêja diyar bikin.
Ev tedbîr bi niyeta siyasî û edîtorî nehatiye kirin.
Berevajî vê yekê, ev tedbîr ji ber siyasetên cuda yên ku ji aliyê platforma Meta (Facebook û Instagram) ve li ser me hatine ferzkirin, rûda ye.
Platformên me yên medyayê pêştir ji ber weşana wêneyên Birêz Abdullah Ocalan, rastî rakirina naverokê û sînorkirina potansiyelên hesabê hatine.
Lê dîsa jî, em lêborînê ji we dixwazin, me naverok rakir û ew ê careke din dubare nebe.
Em bi tevahî pabendî pratîkên medyayê yên profesyonel, hevseng û berpirsiyar dimînin û em di hevkariya xwe de bi hemî aliyên peywendîdar re şefafiyetê girîng dibînin.
Têgihîştina wê teqdîr dike û ji bo her cureyê wê amade nebe."