Ji bo cîgirên wezaretê her aliyek 3 kesan pêşniyar dike

Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji bo destnîşankirina rêveberên saziyan û cîgirên wan li gorî mekanîzmayeke hevbeş dixebitin. Ev mekanîzmaya taybet wê li herêmên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî jî pêk were.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî îmzekirina rêkeftina 29`ê çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, xebatên entegrasyonê berdewam dikin.

Beriya çend rojan jî di çarçoveya xebatên entegrasyonê de şandeyek ji Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê serdana Parêzgeha Hesekê kir.

Rêvebriya Xweser û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, ji bo destnîşankirina rêveberên saziyan û cîgirên wan li Heseke, Kobanê, Efrîn, Serê Kaniyê û Gire Spî, li gorî mekanîzmayeke hevbeş dixebitin.

Hat ragihandin ku Rêveberiya Xweser lîsteya navên kesên ku dê di wezaretan de bêne erkdarkirin, amade dike.

Li gorî agahiyan ji bo destnîşankirina rêveber û cîgirên rêveberan ên girêdayî wezaretan, her aliyek 3 kesan pêşniyar dike.

Piştî vê yekê, civîneke lihevkirinê ligel rayedarên peywendîdar û pispor ên di deste, rêveberî û wezaretan de tê lidarxistin û di encamê de rêveber û cîgirên wan têne diyarkirin.

Hate destnîşan kirin ku li gorî lihevkirinê, divê rêveber ji herêmê bin û xwedî jêhatîbûn, pisporî û ezmûna karê xwe bin.

Her wiha divê gelê herêmê xwe bi xwe bi rê ve bibe û bi xwe serkirdeyên xwe destnîşan bike.

Ev mekanîzmaya taybet dê li herêmên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî jî pêk were.

Ev jî di çarçoveya entegerkirina saziyên Rêvebriya Xweser di nava saziyên dewletê de pêk tê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye