Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber rewşa xirab a aboriyê û şert û mercên zehmet karker daketin qadan.
110 Karkerên şîrketa Madenê yên Doruk ku li bajarê Eskîşehîr yê Tirkiyê ji ber mûçeyên kêm û tezmînata ku nehatiye dayîn 13ê Nîsanê ji Eskîşehîrê ber bi Enqerê ve meşiyan.
Karkeran li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî daxuyaniyeke dan û gotin:
"Em birçî ne, em feqîr in, em tazî ne" qîr kirin.
Ma madenvan ne beşek ji gel in?
Ma ew ne zarokên vî welatî ne? Em mafên xwe dixwazin!
Em ê qet nexwin, em ê qet peyvekê jî neaxivin heta ku em mafên xwe bi dest nexin.
Bila dewlet biryarê bide; yan me weke kole îlan bikin an jî vê pirsgirêkê çareser bikin."
Karkerên Madena Dorukê, duh piştî meşeke 9 rojan gihîştin Enqerê.
Polîsan bi tundî mudaxeleyî meşa karkeran a ber bi Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ve kirin.
Ji bilî rayedarên sendîkayê, 31 karkerên madenê yên ku bi qasî 180 kîlometreyan ji bo daxwaza mafên xwe yên mûçe û tezmînatê çûn wezaretê jî hatin binçavkirin.
Yên mayî jî li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî dest bi greva birçîbûnê kirin.