Rêxistina DEM Partî ya Enqereyê kongreya xwe li dar dixe

Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê bi deklarasyonekê eşkere kir ku wê kongreya xwe ya 3yemîn a asayî di rojên pêş de li dar bixe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajêr a Enqereyê derbarê amadekariyên çêkirina kongreya xwe 3'yemîn a asayî daxuyaniyek çapemeniyê lidarxist. 

Civîn li partiyê ya navçeya Çankayayê hate lidarxistin. Endamên partiyên pêkhateyên DEM Partiyê û nûnerên saziyên demokratîk tev li civîna Çapemeniyê bûn.

Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat anî ziman ku ew ji bo avakirina aştî û siyaseta demokratik a serdema nû kombûne û wiha got:

“Em li di nava dilê Tirkiyê, li Enqereyê bi biryari bingeha serdemeke nû deynin ku tê de mirov wê wekhev, azad û di aştiyê de bijîn.

Bi vê kongreyê daxwazên gel ji bo aştî, edalet û azadiyê careke din bi dengekî bilind bînin ziman.

Em dizanin ku aştî li van axan ne nîmetek e, lê mafek e ku bi hewldanên kolektîf ên gelan were damezrandin.”

Kanat: Em ê aşîtiya demokratîk û civakî bikin daxwaza hevpar a gel

Fatîn Kanat destnîşan kir ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e di heman demê de avakirina jiyaneke azad û wekhev e.

Fatin Kanat armancên xwe yên pêşerojê wiha ragihand:

*Em ê pêvajoyek aştiya demokratîk û civakî ya nû bikin daxwaza hevpar a gel.

*Em ê di bi pêşengiya jin, ciwan û karkeran de aştiyê ji nû ve ava bikin.

*Em ê siyaseta diyalog, wekhevî û îradeya gel li dijî polîtîkayên şer û pevçûnê xurt bikin.

*Her gavek ku em îro li Enqereyê diavêjin ji bo ji nû ve derketina aştiyê li seranserê welêt e.

Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat tekez kir ku  ew bi baweriya hemwelatîbûna wekhev û aştiya mayînde ji bo mîsoger bibe dest bi vê rêwîtiyê dikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye