Li Taxên Kurdan ên Şêx Maqsûd û Eşrefiyê yên Helebê , ji ber rewşa dorpêçê ya teng jiyan ji hemû aliyan ve rawastiyaye.
Şêniyên taxê di rewşeke zehmet de jiyan dikin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku dorpêça ji hêla Hikûmeta Veguhêz ve, rê li ber ketina madeyên sotemeniyê ya ku çavkaniyek girîng ji bo xebitandina nexweşxaneyan, Nanpêjxaneyan û gelek tiştên din re girtiye.
Ev tedbîrên tepeserkirinê bi pêlek sermayê ya dijwar a ku herêmê digerîne re hevdem in.
Binpêkirin bi tenê rê li ber radestkirina sotemeniyê negirtiye, lê belê çalakvanên çavdêriyê piştrast dikin ku bazarên di nav taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, niha hema hema bi tevahî ji kelûpelên xwarinê yên bingehîn bêpar in.
SOHR: Hikûmeta Veguhêz berpirsyarê dijmirovî yê li Helebê ye
SOHR’ê, Hikûmeta Veguhêz berpirsyarê ev pratîkên dijmirovî ya li ser taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyê dît.
Her wiha daxwaza vekirina tavilê û bêşert û merc a korîdorên mirovî dike ku Hêzên Hikûmetê dev ji karanîna pêdiviyên bingehîn ên mirovan wekî amûrek zexta siyasî û leşkerî berdin.
Xelkên li Girê Spî ji ber rewşa gendeliyê daketin qadan
Li aliyekî din SOHR’ê ragihand ku bi dehan şêniyên Girê Spî ya ku di kontrola hêzê girêdayî Tirkiyê de ne, gel ji ber gendeliyê û rewşa xirab a aboriyê daketin qadan.
Xwepêşandêran tekez kirin ku bajar demek dirêj e tevî sozên dubare ya başkirina rewşê, hatiye paşguhkirin û nebûna çareseriyên cidî dikişîne.
Her wiha diyar kirin ku ger paşguhkirin berdewam bike û daxwazên wan ên rewa neyên bicihanîn, xwepêşandan dê mezintir bibin