Li Stenbolê di êrîşeke çekdarî de 2 kes hatin kuştin

Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê, du kesên li ser motorsîkletan bi çekan êrîşek pêk anîn. Di encama êrîşê de, 2 kes an jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî çavkaniyên herêmî, duh êvarî li navçeya Kuçukçekmeceyê ya bajarê Stenbolê, êrîşeke bi çekan ji aliyê 2 kesên li ser motorsîkletan ku heta niha nasnameya wan nediyare, pêk hat.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku êrîşkaran gule li 3 kesên bi navê Levent Oner, Muhammet Gozsu û welatiyê Sûrî Hasan Alî ku li kolana Muhemet Akîf bûn, reşandin.

Di heman demê de, çankaniyan dan zanîn ku piştî êrîşê, êrîşkaran motorsîkletên xwe li qadeke vekirî hiştin û ji cihê bûyerê reviyan.

Her wiha piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û gelek yekîneyên polîsan hatin cihê bûyerê û birîndar veguhestin nexweşxaneyê.

Tevî hemû hewldanan, Muhammet Gozsu û Hasan Alî yên ku birînên wan giran bûn, jiyana xwe ji dest dan. Lê Levent Oner hîn jî dermankirina xwe didomîne.

Di derbarê bûyerê de, lêkolîn berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye