Lezgin

Rapora Îstîxbarata DYA: Êrîş, bernameya nûkleerî ya Îranê tune nekiriye

reset font size increase font size

Raporeke nû ya îstîxbarata Amerîkayê hate eşkerekirin: Piştî êrîşên Amerîka ya li ser sê tesîsên nûkleerî ya Îranê bernameya nûkleerî ya Îranê tenê çend meh hatiye derengxistin.

Serokê Amerîka Donald Trump, piştî êrîşên li ser Îranê anîbû ziman ku bernameya nûkleerê ya Îranê hatiye tunekirin. Lê belê raporê ku ji aliyê şaxa îstîxbarata Pentagonê DIA yê ve (Ajansa Îstîxbarata Parastinê) hatiye amadekirin berovajiyê Trump e. Rapora îstîxbaratêde hatiye diyarkirin ku bernameya nûkleerî ya Îranê nehatiye tunekirin, tenê hatiye derengxistin.

Trump, di konferanseke rojnamevanî ya bi Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, Wezîrê Karê Derve Marco Rubio û Wezîrê Parastinê Pete Hegseth re ku bi televîzyonê hate weşandin, îdia kir ku êrîşên Washingtonê tesîsên nûkleerî yên Îranê "bi tevahî û bê kêmanî wêran kirine".

Trump destnîşan kir ku tesîsên nukleerî yên Fordo, Natanz û Îsfahanê yên Îranê zirarekî ku bi salan xebatên wan bi paş bixe pêk hatiye. Ji ber ku bombeyên Amerîkî yên 30,000 poundî (13,600 kg) şikandina stargehan hatiye bikaranîn.

Her çend wêneyên satelaytê zirarên girîng ên li ser tesîsan nîşan didin jî, rapor destnîşan dike ku piraniya zirarê li avahiyên li ser erdê ye. Deriyê tesîsa herî baş parastî ya Îranê, tesîsa dewlemendkirina uranyûmê ya Fordo ku di bin erdê de ye, hilweşiyaye û binesaziya wê zirar dîtiye. Lêbelê, rayedarekî ku ji rewşê agahdar e got ku binesaziya bin erdê sax maye. Rapor her wiha destnîşan dike ku hin ji ûranyûma dewlemendkirî ya Îranê berî destpêkirina êrîşên Amerîkayê ji gelek cihan hatiye derxistin.

Di raporê de îdia dihat kirin ku Tehran uranyûmê veguhestiye tesîsên din ên nukleerî yên veşartî yên ku di destê wê de ne. DIA her wiha tespît kir ku piraniya santrifujên Îranê bi piranî saxlem bûn. Qesra Spî bi tundî ew nirxandin red kir û ew wekî "bi tevahî derew" bi nav kir.

Berdevka Çapemeniyê ya Qesra Spî Karolîne Leavîtt di daxuyaniyekê de got: "Derketina vê nirxandinê, qaşo ji bo bêrûmetkirina Serok Trump hewldanek eşkere ye û ji bo tunekirina bernameya navokî ya Îranê pîlotên şer ên wêrek ên ku mîsyonek bêhempa pêk anîn." Karolîne Leavîtt axaftina xwe wiha domand: "Her kes dizane dema ku hûn 14 bombeyên 30,000 poundî bi awayekî bêkêmasî li hedefa wan diavêjin çi dibe: wêrankirina tevahî ."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Sêşemê di gotareke televîzyonî de got: "Bi dehsalan min soz da we ku dê çekên nûkleerî ya Îranê nebe û bi rastî me bernameya nûkleerî ya Îranê ji holê rakir."

Netanyahu, rojek piştî ragihandina agirbestê ji aliyê Trump ve axivî û îdia kir ku kampanyaya 12 rojî ya li dijî Îranê "serkeftinek dîrokî" ye û got: "Me du gefên hebûnî yên nêzîk ji holê rakirin . Gefa tunekirinê bi bombeyên atomî û gefa tunekirinê bi 20,000 mûşekên balîstîk."

Îranê roja Sêşemê got ku ew amade ye ku bi Dewletên Yekbûyî re vegere ser maseya danûstandinan, lê Tehranê got ku ew ê her gav "mafên xwe yên rewa" biparêze û bersiva binpêkirinên agirbesta heyî ji hêla Îsraîlê ve bide.

Rodî Bişeng

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24