Polîsên Şaxa Sûcên Darayî ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê serê sibê bi ser Şaredariya Şîle ya ku ji aliyê CHP ve tê rêvebirin de girtin.
Şaredarê Şîle Ozgur Kabadayî û hin endamên şaredariyê hatin binçavkirin.
Di nav kesên hatin binçavkirin de Sekreterê Giştî yê berê Oguz Kaçmaz û Alîkarê Şaredar Tuncay Tolga Ozçakmak jî hene.
Di operasyonên li dijî CHPê de şaredarê bajarê mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî di nav de heta niha 16 şaredar hatine girtin.