Ebas Eraqçî gihîşt Bexdayê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, bi serdaneke fermî gihişt paytexta Îraqê, Bexdayê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ebas Eraqçî, wê têkildarî peywendiyên di navbera Îran û Îraqê de û her wiha pêşketintên dawî yên li herêmê ligel rayedarên Îraqê hin hevdîtinan bike.

Ev serdan, piştî îmzekirina mûzekereya têgihiştinê ya di navbera Îran û Amerîkayê de pêktê.

Her wiha hikûmeta Îraqê dest bi kampanya kontrolkirina çekên komên çekdar û bi taybet jî komên nêzî Îranê kiriye.

Ev yek jî weke şikandina baskên Îranê û nehiştina bandora Îranê ya li ser Îraqê tê şirovekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye