Muzîkjenê Kurd Haşim Reşadet 35 sal ji temenê xwe ji bo muzîkê terxan kiriye

Muzîkjenê Kurd Haşim Reşadet ê ku ji Mehabada Rojhilatê Kurdistanê ye, 35 sal ji temenê xwe ji bo muzîka Kurdî terxan kiriye. Ew weke mamoste û hunermendê amûra muzîkê kemençeyê tê naskirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Muzîkjen Haşim Reşadet di sala 1971`ê de, li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Ew ji 13 saliya xwe û pê ve bi muzikê re eleqedar bûye û xwe bi xwe dest bi hînbûna kemençêyê kiriye.

Di 20 saliya xwe de jî bi awayê profesyonel dest bi muzikê kiriye.

Herwisa ew şagirtê hunermêndê Kurd Erdeşîr Kamkarê ye.

Reşadet 4 salan li ser kemençeyê li beşa muzîkê jî perwerdeya zanîngehê hildaye.

Muzisyen û aranjorê Kurd, di her qonaxa afirandin û çêkirina muzîkê de karê xwe bi awayê profeyonel dike.

Ji gotinên stranan bigire, nivîsandina stranan û muzikên van çêdike.

Ji bilî kemençe, keman, vîyola, çelo, sêtar, tombek û ûd, van amûrên muzikê jî bi awayê profesyonel lê dide.

Wekî din Muzîsyen û aranjorê Kurd, di dirêjiya jiyana xwe de nêzê muzîka 200 stranan çêkiriye.

Li ser daxwaza derhênerê Kurd Behman Ghobadî muzîkên 120 çîrokên ji bo zarokan, bi navê Minalanê Hetaw jî amade kiriye.

Ew 7 sal in li Enqerê dijî. Li vir jî hunera xwe berdewam kiriye û beşdarê hin xebat û projeyên muzîkê bûye.

Li Navenda Çanda Anatolîyayê ji bo zarokên piçûk ên Kurd û ji bo mezinan perwerdeya muzîkê dide.

Di komeke muzîkê de cî digire. Koroya muzîkê ya zarokan jî ava kiriye.

Her wisa Haşim Reşadet, gelek stranbêj û muzisyenên Kurd re jî xebîtiye weke; Necmedîn Xulamî, Nasir Rezazî, Koma Kamkaran û Ezîz Şaxrox.

Di xebatên van de, yan kemençe û amûrên din lê daye û yan jî ji bo van muzik çêkiriye. 

  

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye