Ji ber ne aramiya rewşa li Tengava Hurmizê, ji bo normalkirina hinardekirina petrola Iraqê ti dîrok nehatiye destnîşankirin.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm Rukabî îro got, ku normalkirina hinardekirina petrola Îraqê bo bazarên cîhanê nayê pêşbînîkirin.
Wî her wiha rave kir ku dema rewşa herêmê û Tengava Hurmizê vegere rewşa xwe ya normal, hilberîn û hinardekirina petrolê dê di asta berê de ji nû ve dest pê bike.
Piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî dewleta Îranê di dawiya Sibata 2026'an de, Îranê biryar da ku Tengava Hurmiz bigire.
Vê gavê derbeyek li aboriya Iraqê da, ji ber ku zêdetirî 96 ji sedî ji hinardekirina petrola xav a Iraqê ji vê rêya avê re derbas dibe.
Îraqê ji destpêka krîzê ve zêdetirî 350 milyon bermîl petrol winda kiriye
Îraqê ji destpêka krîzê ve zêdetirî 350 milyon bermîl petrol winda kiriye, ku bi qasî 38 milyar dolar e.
Tevî hewldanên navneteweyî û peymanên destpêkê yên ji bo vekirina tengavê, tevgera tankerên petrolê hîn bi tevahî negihîştiye rewşa xwe ya normal.
Ajansên navneteweyî hişyarî didin ku berdewamiya bê îstîqrariyê ne tenê dê Îraqê ber bi krîzeke kûr a darayî ve bibe, lê di heman demê de bandorek mezin li ser bazara enerjiya cîhanî jî bike.