Ajansa Nûçeyan a Reutersê ragihand ku îro careke din êrîşî baregehên hêzên Heşdî Şebî yên li ser sînorê parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Enbarê yên Îraqê hatine kirin.
Li gorî Reutersê, baregeha Heşdî Şebî ya li başûrê Kerkûkê îro hate bombebarankirin.
Her wiha baregeha Lîwaya 63’yan a Heşdî Turkmen a li Amerlî ya ser bi parêzgeha Selahedînê ve hate hedefgirtin.
Heman çavkaniyê da zanîn ku li navçeya Rutbe ya ser bi parêzgeha Enbarê ve jî baregeha artêşa Îraqê ku ji aliyê Heşdî Şebî ve tê bikaranîn, hate bombebarankirin.
Li gorî ku medyaya Îraqê jî ragihandiye, li vê derê berê dron dihatin çêkirin.
Lê têkildarî ziyanên madî û canî, ti agahî nehatine belavkirin.
Serokê Komîteya Serfermandariya Giştî ya DYA’yê General Dan Caine gotibû. "Helîkopter û balafirên şer, wê êrîşên xwe yên li ser baregehên Heşdî Şebî bidomînin, da ku pêşî li her gefê li ser berjewendiyên Amerîkayê li Îraq û herêmê bigirin."