Balafirên şer ên Çîn û Rûsyayê ketine herêma nasnameya parastina hewayî ya Koreya Başûrî. Serfermandarê hevbeş ê hêzên çekdar ên Koreya Başûrî ragihand ku wan "bi tedbîrî" balafirên şer şandine ezmanan. Ev yek jî hat piştî ku zêdetirî 10 balafirên şer ên Çîn û Rûsyayê li herêma parastina hewayî ya Koreya Başûrî geriyan.
Serfermandarê hevbeş ê hêzên çekdar ên Koreya Başûrî anî ziman ku balafirên şer ên Çîn û Rûsyayê ketine Herêma Nasnameya Parastinê ya Koreyê ya li ser Deryaya Rojhilat û Deryaya Başûr û ji wir derketine.
Li gorî ajansa Fransa 24, leşkeriya Koreya Başûrî balafirên Çînî û Rûsî berî ku bikevin herêmê, tesbît kirin. Ji bo her rewşeke awarte balafirên şer bi cih kirine. Ajansê her wiha rave kir ku balafirên Çînî û Rûsî qada hewayî ya Koreya Başûrî binpê nekirine.
Herêma Nasnameya Parastina Hewayî ne qada hewayî ya serwer e, lê herêmeke tampon e ku tê payîn balafirên leşkerî berî ketina wê, dewleta têkildar agahdar bikin, her çend agahdarkirineke wiha ji hêla qanûnî ve ne neçarî be jî. Ji aliyê xwe ve, Çîn û Rûsyayê li ser bûyerê ti daxuyanî nedane.