Li Libnanê, di êrîşa Îsraîlê de leşkerek hat kuştin û 5 jî birîndar bûn

Artêşa Libnanê ragihand ku, îro di êrîşeke Îsraîlê de ya li ser xaleke kontrolê ya hêzên wan a ku li başûrê welêt e, leşkerekî wan hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşê di daxuyaniyekê de, ev agahî da:

 

"Di encama êrîşeke rasterast a Îsraîlê ya li ser xaleke kontrolê ya artêşê li El-Amiriyeyê li ser rêya Qelîle-Tîrê de, leşkerek şehîd bû û pêncên din, di nav de efserek bi birînên sivik, birîndar bûn."

 

Di 2'yê adarê de, Hizbulahê ji bo tolhildana kuştina Rêberê olî yê Îranê Elî Xameneyî, bi mûşekan êrîşî Îsraîlê kir.

 

Her wiha Îsraîlê jî, ji wê dîrokê ve heta niha bi hinceta Hizbulaha Libnanê, li başûrê Libnanê operasyoneke bejahî daye destpêkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye