Qazî Mihemed: Kurdistan yek welat e û nabe çar

Îro salvegera 79'emîn a dervekirina Pêşeng Qazî Mihemed û hevalên wî ye. 79 sal di ser darvekirina Qazî Mihemed re derbas bûn, lê raman û rêya Qazî Mihemed di nava gel Kurd de hîn jî zindî ye. Her wiha Qazî Mihemed wekî sembola têkoşîna neteweyî li seraserî Kurdistanê tê nasîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokkomarê Mehabadê Qazî Mihemed û hevalên wî di roja 31-3-1947'an de li Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Mehabadê li Meydana Çarçira, ji aliyê dewleta Îranê ve hatine darvekirin.

 

Bi fermana Mihemed Riza Şah Pehlewî serokê dewlata Îranê yê wê demê, li bajarê Mehabadê hatine darvekirin.

 

Di dîroka Kurdan de, gelek pêşeng û têkoşerên azadiyê derketin, yek ji wan jî Qazî Mihemed e xwediyê gotina Kurdistan yek welat e û nabe çar.

 

Qazî Mihemed kî ye?

 

Qazî Mihemed yek ji kesayetên girîng ên dîroka kurdan e, ew siyasetmedarekî Kurd û dadwer bû.

 

Di sala 1893'yan de li Mehabadê ji dayîk bûye, ew ji neteweya Kurd e.

 

Qazî Mihemed xwendina xwe di warê zanistên olî de kiriye, bi taybetî li dibistanên olî xwendiye.

 

Ji ber vê xwendinê, ew bû qazî (dadwer) û navê wî jî ji pîşeya wî tê.

 

Ew di warê olî û civakî de kesekî zana bû.

 

Bavê Qazî jî kesekî oldar bû û di civakê de rêz û hurmeta wî hebû.

 

Her wiha di nava malbatên Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê de, bi zanist û dadwerî tê nasîn.

 

Jiyana Qazî Mihemed a siyasî

 

Di sala 1940'î de, Qazî Mihemed di nava tevgerên neteweyî yên Kurdan de çalak bû.

 

Ew yek ji damezrînerên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû.

 

Di sala 1946'an de, ew bû serokê Komara Mehabadê, hemû hewildan û armancên wî ji bo serxwebûna Kurdan bûn.

 

Qazî dixwest mafên Kurdan werin nasîn û parastin, her wiha doza dewleteke Kurdî dikir.

 

Qazî Mihemed di 22'yê Çileya sala 1946'an de Komara Mehabadê damezrand.

 

Lê piştî 11 mehan, Komara Mehabadê ji ber guhertinên sîyasî yên di wê demê de û bi taybet hilweşîna Sovyet û lihevkirina Rûsya û Îranê, hat hilweşandin.

 

Qazî Mihemed: Gelê Kurd xebata xwe ya rizgariya neteweyî ranewestînin

 

Qazî Mihemed li ber sêdarê jî, ji dewleta Îranê re wiha got:

 

"Hûn Qazî Mihemedekî dikujin, lê bizanibin ji her dilopeke xwîna min wê bi hezaran Qazî Mihemedên din şîn bibin.

 

Ez daxwazê ji gelê Kurd dikim ku xebata xwe ya rizgariya neteweyî ranewestînin û baweriya xwe bi dewleta xwefiroş a Tehranê re nekin.

 

Bijî Kurd û Kurdistan."

 

Her wiha Qazî Mihemed beriya ku were darvekirin, wesîyetnameya xwe jî nivîsî bû.

 

Qazî Mihemed di wesîyetnameya xwe de Kurdan şîret dike û dibêje, dijminatiya hev nekin, pişta hev bigirin û li hember dijminên zordar bi mêrxasî rawestin.

 

Qazî Mihemed: Ti tiştekî Kurdan ji neteweyên din kêmtir nîne

 

"Xwe vala nefiroşin dijmin.

 

Dijmin heta ku pêwîstîya wî bi we hebe, we qebûl dike ji ber wê jî ti carî rehmê li we nake.

 

Ji bo serjêkirina Kurdan dijmin ti fersendê ji dest nade.

 

Dijminên gelê Kurd gelek in û zordar in, hêza wan heye û zalim in, şîfreya serkeftina we di yekîtiyê de ye.

 

Eger neteweyek nebe, yek dê her tim bindest be.

 

Ti tiştekî Kurdan ji neteweyên din kêmtir nîne.

 

Kurd di warê mêrxasî û mêrantîyê de gelekî ji wan neteweyên ku bi awayekî serbixwe dijîn, mezintir in."

 

Qazî Mihemed ji bo Kurdan sembola xebata neteweyî û daxwaza azadî ye.

 

Gotina Qazî Mihemed a navdar "2 zêdeyî 2 dike yek" û "Kurdistan yek welat e û nabe çar".

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye