Temenê wê tenê 7 sale, lê ruhê wê bi xwenên mezin tije ye.
Gava mirov guh dide dengê wê, baweriyê bi temenê wê nayne.
Êva Rênas bi vî temenê xwe yê biçûk, kilîpeke nû pêşkêş kir.
Ew bi strana `Edlê` deriyê cîhana hunerê li xwe vekiriye û bi vê kilîpa ku ji bo wê bûye destpêka rêyekê, xwe nîşan dide.

Taybetmendiya vê klîpê ne tenê dengê Êva yê xweş û temenê wê yê biçûk e.
Li pişt wê, komeke zarokên muzîkjen hene ku reng û deng dane berhemê.
Ev zarok bi cil û bergên kurdewarî yên rengîn balê dikşînin ser xwe û bedewiya çandê nîşan didin.

Helbet li pişt vê gavê, ked, piştgirî û bawerî heye.
Malbata Êva, bi taybet bavê wê di vê rêwîtiyê de bûye palpiştê herî mezin.

Rênas Hisên: Em ê her dem piştgiriyê bidin keça xwe
Bavê wê Rênas Hisên dibêje ku Êva ji 3 saliya xwe ve hewledana dengbêjiyeke temen biçûk li ser stranan mijûlbibû û ev hezkirin her ku çûye pê re mezin bûye.
