Xelkên Qamişloyê bi meşekê piştgiriya Başûrê Kurdistanê kirin

Bi sedan ji xelkên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê daketin kolanan û daxwaza yekhelwesta Kurdî kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi sedan ji xelkên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe bo Başûrê Kurdistanê nîşan dan.

 

Xelkên Qamişloyê li pêşiya Stadyuma 12'ê Adarê kom bûn û daxwaz kirin ku êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê werin rawestandin.

 

Ji destpêka şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de, ku ji 28'ê Sibata 2026'an ve dest pê kiriye, zêdetirî 300 êrîşên mûşekî û dronî li ser Başûrê Kurdistanê, bi taybetî Hewlêr û Silêmaniyê pêk hatine.

 

Di encama van êrîşan de, 9 pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê û jimarek ji pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û zirar gihîştiye mal û milkên welatiyan.

 

Behiya Hesen tekez kir ku çawa gelê Başûrê Kurdistanê ji bo wan daketin kolanan, ew ê jî piştgiriyê bikin.

 

Behiya, xortê Kurd Ehmed Hêmin ê ku ji Kerkûkê yê ku di şerê Rojava de jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr xist û tekez kir ku ew ê keda xort û keçên Kurdistanê ji bîr nekin.

 

Her wiha, Umer El-Hecî yê ji bajarê Kobanî ku di çalakiyê de amade bû, daxwaz ji hemû Kurdan û welatên cîhanê kir ku li dijî van êrîşan rabin ser piyan û tekez kir ku hêviya wan ew e, ku Kurd bibin yek û Kurdistana mezin ava bibe.

 

Li aliyê din, Laleş Ebû Zêd destnîşan kir ku Kurd li hemû hêlên cîhanê yek in û daxwaz kir ku êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê werin rawestandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye