Di nav krîza aborî de, xelkên Rojavayê Kurdistanê çavê xwe li biryareke nû vekirin.
Dê mazota xizmetê ya ku taybet bo herêmên Rojava hatibû veqetandin, nemîne.
Rojavayê Kurdistanê xwe dispêre mekanîzmayeke taybet a piştgiriya sotemeniyê.
Lê belê, siyaseta nû ya yekkirina bihayan li seranserê hemû parêzgehên Sûriyê dê bibe sedema zêdebûneke mezin û berbiçav a lêçûnan.
Eger em bihayê berê û yê nû yê sotemeniyê bînin gel hev, em ê bibînin ku mazot bo;
Nanxane û Aş bi 125 L bû, lê niha bûye 12,100 L
Jeneratorên Taybet (Sîstema Amper) 125 L bû, niha bûye 12,100 L
Veguhastina giştî wek servîsên xizmetguzariyê bi 525 L bû, niha bûye 12,100 L
Qutbûna dabînkirinê, gefeke rasterast li ser du sektorên girîng çêdike.
Zêdebûnekê di lêçûna nan de, hem yê bê piştgirî û hem jî yê bi piştgirî.
Li aliyê din jî, di nebûna elektrîka giştî de, welatî bi temamî pişta xwe bi jeneratorên taybet girê didin.
Ehmed Nûman: Li gorî biryara nû dê amper bibe bi 50 hezarî
" Ev biryar şaş e "

Şivan Hesen: Divê rewşa herêmê ya taybet were parastin
" Li warê sotemeniyê krîzek tê jiyankirin "

Ehmed Hîlalî : Em ê alternatîfan peyda bikin
Cîgirê Parêzgarê Hesekê, Ehmed Hîlalî, piştrast kir ku biryara rawestandina dabînkirinê piştî kevinbûna mekanîzmaya berê û veguhestina dosyayên aborî bo saziyên dewletê hatiye dayîn.
Hîlalî da zanîn ku hikûmet "li ser rêbazên alternatîf dixebite da ku piştrast bike ku xizmetguzarî bi taybetî elektrîk û nanxaneyên giştî, bandor nabin û her valahiyeke gengaz tê tijekirin."

Rêveberiya sotemeniya Hesekê: Divê alternatîf beriya qutkirinê hebûya
Li ser erdê, Rêveberiya Sotemeniyê ya Hesekê piştrast dike ku dabînkirin berî amadebûna van alternatîfan bi temamî hatibû rawestandin.
Vê yekê valahiyeke xizmetguzariyê ya bilez çêkir, ku bandorên wê ji xwe di rêzên veguhastina giştî û rawestana hin jeneratoran de xuya dikin.
