Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê duh 16 kes û 10 sazî ji ber têkiliya wan bi rêjîma Îranê re, li lîsteya sizayan a OFAC’ê zêde kirin.
Kesên sizadayî welatiyên Îranê ne û saziyên armanckirî bank, borsa û kompaniyên li Îran, Îraq û Hong Kongê di nav xwe de digirin.
Her wiha OFAC’ê (Banka Geşepêdana Navneteweyî ya Îraqê ji bo Veberanîn û Fînansekirinê) siza kir û di heman demê de ferman da ku dan û standinên bi bankê re bi dawî bibin.
Bessent: Dorpêça aborî ya li ser Îranê girantir dibe
Li aliyekî din, Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent anî ziman ku dorpêça aborî ya li ser Îranê her ku diçe girantir dibe û hevalbendên wê nikarin wê xilas bikin.
Scott Bessent da zanîn ku Wezareta Gencîneyê heta ku gencîneyên Îranê vala nebin û hemû kanalên darayî yên mayî yên ji bo piştgiriya makîneya wê ya şer neyên qutkirin, ew ê bi paşve gav neavêjin.
Banka Libnanê Qoçana Banka Sadîrat a Îranê betal kir
Têkildarî mijarê, Banka Navendî ya Libnanê qoçana çalakiyên Banka Sadîrat a Îranê ya li Libnanê betal kiriye.
Ev biryar di demekê de tê ku Amerîka fişarê li welatan zêde dike, da ku bazirganiya bi Îranê re qut bikin.
Serokê Banka Navendî ya Libnanê Kerîm Seîd jî diyar kir ku armanca vê biryarê parastina sektora bankayî ya Libnanê ji xetereya sizayan û fişarên biyanî ye.
Kerîm Seîd da zanîn ku welatê wî nikare xwe bi xetereyên girêdana bankayên Libnanê bi pergala darayî ya navneteweyî re rûbirû bikin.