Trump duh di balafira Air Force One de, ji rojnamevanan re got:
"Ez nabêjim pêwendiya telefonî bi Maduro re baş yan xirab bû."
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi rêya tuhmeta Nicolas Maduro ku qacaxtiya kartelên narkotîkê dike, gelek leşker li Karayîban bi cih kirine.
Beriya niha Donald Trump gotibû ku divê asîmanê Venezûelayê were girtin.
Ji bo van biryaran jî Caracas destnîşan kir ku Amerîka ji bo êrîşekê li ser Venezuelayê amadekariyan dike.
Senatorê Komarî yê Amerîkayê Marwayne Mullen duh di bernameyekê de eşkere kir ku DYA derfet pêşkêşî Maduro kiriye ku welatê xwe biterikîne û biçe Rûsya an cîhekî din.