Di civînê de hevserokê Desteya Giştî ya Darayî Dr. Ehmed Yûsif bi awayekî berfireh lîsteyên budçeyan û parên darayî yên her kantonekê şîrove kirin.
Di civînê de budçeya veberhênanê ya sala bê ku tê de 150 milyon dolar ji bo projeyên veberhênanê hatine veqetandin, hate nîqaşkirin.
Beşdaran jî tekez kir ku di qonaxa pêş de projeyên xizmetguzarî, tenduristî û perwerdeyê werin pêşanîkirin û rola Yekitiya Şaredariyan di pêkanîna planên pêşkeftinê de were xurtkirin.
Civîn bi diyarkirina demekê ji bo temamkirina nîqaşa pêşnûmeya budçeyê bi Meclisa Demokratîk a Gelan re û piştî lêkolîneke berfireh were erêkirin, bi dawî bû.