Ji ber şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û rêjîma Îranê de, bandor û ziyanek mezin gihiştiye Başûrê Kurdistanê û Îraqê.
Lewma ji bo lêkolînkirina van êrîşan wê parlementoya Îraqê komîteyekê ava bike.
Li gorî agahiyan komîte dê êrişên li Başûrê Kurdistanê jî lêkolîn bike.
Biryara avakirina wê komîteyê di civîna Parlamentoya Îraqê ya 7'ê Adara 2026'an de hat dayîn.
Di biryara avakirina komîteyê de hatiye diyarkirin ku komîte dê li ser wan bûyeran lêkolînê bike ku serweriya niştimanî binpê dikin û hêzên ewlehiyê dikin armanc.
Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Parlamentoya Îraqê Şêrwan Dûberdanî derbarê mijarê axivî.
Şêrwan Dûberdanî diyar kir biryara avakirina komîteyê hatiye dayîn lê endamên komîteyê nehatine diyarkirin û dengdan li ser wan nehatiye çêkirin.
Parlamentera YNK'ê Sirwe Mihemed jî got ku xebata komîteyê dê lêkolînkirina hemû êrişan be ku li navxweyî Îraqê hatine kirin û wiha got:
"Ev êrişên li dijî Herêma Kurdistanê jî li xwe digire lê ne diyar e ka komîte dê serdana Herêma Kurdistanê bike yan na."