Girtiyê nexweş ê hat berdan ji bo îfadeyê birin qereqolê

Girtiyê nexweş Fîkrî Toglûk ku piştî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" par înfaza wî ji bo demekî hatibû taloq kirin li ser rapora duyemîn dê dîsa werê girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Girtiyê nexweş Fîkrî Toglûk ê piştî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" par dema infaza wî ji bo demekê hat taloqkirin, piştî rapora duyemîn a "dikare di girtîgehê de bimîne" a Saziya Tiba Edlî ê ku di 2'yê Adarê de hat dayîn, ji bo îfadeyê ew birin qereqolê.

 

Girtiyê nexweş Fîkrî Toglûk ê ku di 11'ê Îlona 2025'an de ji ber tenduristiya wî infaza wî 3 mehan hat taloqkirin û ji Girtîgeha Hejmar 1 a Amedê derket, îro danê sibehê bi hinceta îfadeya dozgeriyê ew birin qereqolê.

 

Toglûkê ku li Amedê li mala xizmekî xwe bû, polîsan ew bir qereqolê, tê payin piştî îfadeya li dozgeriyê wî bibin Edliyeya Amedê.

 

Toglûk, ji ber nexweşînê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" wergirtibû û piştî raporê hatibû berdan.

 

Lê di 2'yê Adarê de Saziya Tiba Edlî diyar kir ku tenduristiya wî baş bûye û rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" û "bi tena serê xwe jiyana xwe dikarê jiyana xwe bidomîne" da wî û xwest Toglûk biçe girtîgehê.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye