Rêveberiya Kobanê: Hikûmet pêwîstiyên Peymana 29’ê Çileyê paşguh dike

Rêveberiya Xweser a Kobanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku tevî derbasbûna 50 rojan di ser peymana 29’ê Çileyê re, lê hîna jî pêwîstiyên peymanê li Kobanê nehatine pêkanîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji 18'ê çileya 2026'an ve, bajarê Kobanê di nava dorpêçeke giran de ye.

 

Tevî ku peyman di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê hat îmzekirin, dorpêç hîn jî berdewam e û rê li ber ketin û derketina pêdiviyên jiyanî girtiye.

 

Derbarê mijarê de, Rêveberiya Xweser a Kobanê daxuyaniyeke nivîskî da.

 

Rêveberiyê destnîşan kir ku Hêzên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê pêwîstiyên peymana 29’ê Çileyê li Kobanê û derdora wê pêk nayne û got :

 

“Tevî îmzekirina peymana 29'ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê de gavên ku li bajarê Kobanê û derdora wê hatine avêtin, hîn jî ne di asta ku têne xwestin de ne."

 

Rêveberiyê her wiha da zanîn ku hêzên leşkerî yên girêdayî Hikûmeta Veguhêz li çend gundên Kurdan li başûrê rojhilatê Kobanê, revandin û binpêkirinan li ser sivîlan li gundan dikin û wiha lê zêde kir:

 

"Em wekî rêveberiya Kobanê, pabendbûna xwe ji bo bi cîhanîna xalên vê peymanê tekez dikin û daxwaz dikin ku dorpêça li ser Kobanê bê rakirin.

 

Rêveberiya Xweser a Kobanê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku gelê Kurd li Sûriyê bi hezaran şehîd û birîndar dane.

 

Ji ber vê yekê, rêzgirtina van qurbaniyan û taybetmendiyên bêhempa yên van herêman erkek e ku divê hikumet bi cih bîne û wiha berdewam kir:

 

"Em hişyariyê didin ku dubarekirina polîtîka û rêbazên rejîma berê û hewldana ferzkirina rastiyek nû bêyî ku îrade û teybetmendiya gelên herêmê li ber çavan bigire, dê pirsgirêka heyî çareser neke.

 

Ev tenê dê rê li ber pêkanîna peymanê bigire û bibe sedema encamên neyînî ku bi tu awayî xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê nakin."

 

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser a Kobanê got ku ew daxwaz dikin hikumet erkên xwe bi cih bîne û pêwîstiyên peymanê paşguh neke.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye