Yek ji xalên girîng ên ji bo pêkanîna peymana 29`ê çileyê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk - QSD`ê de serbestberdana dîlgirtiyan e.
Tê payîn ku roja şemiyê, 11`ê nîsanê komeke din a dîlgirityan werin berdan.
Li gorî amarên hatine tomarkirin, heta niha bi giştî 477 dîlgirtîyên Hêzên Sûriya Demokratîk hatine berdan.
Koma destpêkê ya dîlgirtiyan ji 59 kesan pêk dihat.
Di 10’ê adarê de komeke din a dîlgitiyan ku ji 100 kesî pêk dihat, hatin berdan.
Di 19’ê adarê de 300 kes û di nava wan de 8 şervanên Yekîneyên Parastinê yên Jin YPJ'ê hatin berdan.
Di 25’ê adarê de jî 10 kesên din hatin berdan.
Tê payîn ku wê roja şemiyê, 300 dîlgirtiyên din ên QSD`ê yên di destê Hikûmeta Veguhêz de ne, werin berdan.
Rojane malbatên êsîran bi meş û xwepêşandanan daxwaza zarokên xwe dikin.
Malbatên dîlgirtiyan, ji Parêzgarê Hesekê daxwaz kirin ku zarokên wan bên berdan.
Parêzgarê Hesekê jî, ji malbatên dîlgirtiyan re got ku ew li ser vê mijarê kar dikin û di demeke nêz de wê hemû werin berdan.
Ji bo bicihanîna peymana 29`ê çileyê divê hemû dîlgirtî werin berdan û çarenûsa wan were zelalkirin.
Ev heyama sê mehan e hîn jî şervanên QSD`ê û kesên sivîl di zindanên Hikûmeta Veguhêz de ne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk - QSD`ê Mazlûm Ebdî, ragihandibû ku 1070 dîlgirtî di zindanên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de ne.