Li Efrînê di navbera asayîş û Koma Emşat de pevçûn çêbû

Li Efrînê di navbera Hêzên Asayîşa giştî ya girêdayî Hikûmeta veguhêz a Sûriyê û grûpa çekdar a bi navê Emşat de pevçûnek çêbû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî çavkaniyên herêmî, Asayîşa giştî ragihandiye ku wê girûpa Emşat li Efrînê li navçeya Şiyê derxîne da ku tevahî baregeh û xalên kontrolê ji dest wan bigre.

 

Piştî vê agahdarkirina Asayîşê, di navbera aliyan de alozî  derket û girûpa Emşat êrîşî karwana Birêvebira nû ya Asayîşa Navxwe ya Şiyê kir.

 

Dema ku  Hêzên Asayîşê dest bi valakirina baregehan kir, girûpa Emşat ev yek qebûl nekir û êrîşî Asayîşê kirin.

 

Piştî bidawîbûna pevçûnê, Asayîşê hemû baregeh û xalên kontrolê yên girûpa Emşat xist bin kontrola xwe.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24