Careke din êrîşî Partiya Komeleya Kurdistanê hat kirin

Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam in û Amerîkayê jî ragihand ku leşkerekî wan li Başûrê Kurdistanê hat kuştin. Eniya Berxwedana Îslamî ya Îraqê ragihand ku di rojên borî li Îraq û herêmê ti êrîş nekiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hejmara êrîşên bi dron û mûşekan ên li ser Başûrê Kurdistanê, vê mehê, gihîştiye 49’an û hejmara giştî ya êrîşan bi dron û mûşekan 922 derbas kir.

Êrîşên dawî li ser baregehên Partiya Komeleya Kurdistanê bûn û berpirsekî partiyê got ku ti qurbanî çênebûne.

Penahî: Di êrîşê de ti qurbanî çênebûne

Endamê serkirdayetiya Partiya Komeleya Kurdistanê, Emced Husên Penahî, got ku îro saet 00:20’ê şevê li Geliyê Alan ê navçeya Xelîfan ya parêzgeha Hewlêrê mûşekek hat armanckirin.

Penahî got ku îro di navbera saet 01:50 û 01:55’an di nîvê şeve de, du balafirên bêpîlot kamp û baregeha hêzên wan li navçeya Sûrdaş a parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin.

Her wiha got ku li sînorê şkefta Jasana ya parêzgeha Silêmaniyê jî deverek hatiye êrîşkirin, lê nayê zanîn ka ew êrîş mûşekî bû yan dron bû.

Li gorî Partiya Komeleya Kurdistanê, ji 28 sibatê ve, bi 93 dron û mûşekan êrîşî hêzên wan hatiye kirin.

Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê jî, vê mehê, Hewlêr bi 32 dron û mûşekek hatiye bombebarankirin.

Her wiha sînorê parêzgeha Silêmaniyê jî bi 10 mûşek û 6 dronan hatiye bombebarankirin.

Ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve yê di 28’ê sibatê de, Başûrê Kurdistanê bi 922 balafirên bêpîlot û mûşekan hatiye bombebarankirin.

Heta niha 922 êrîş li ser Başûrê Kurdistanê hatine kirin

Di encamê de 30 kes mirine û 148 kes jî birîndar bûne.

Ji aliyekê din ve, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî ragihand ku leşkereke wan li Başûrê Kurdistanê di êrîşeke îranê de hatiye kuştin.

PAK: Îranê di êrîşa bi dronan de fosfora spî bi kar aniye

Partiya Azadiya Kurdistanê jî daxuyaniyek weşand û got ku Îranê di êrîşa bi dronan a roja şemiyê de ya li ser yek ji baregehên wan fosfora spî bi kar aniye.

Li ser bingeha lênihêrîna birîndaran û şewata berfireh a li cihê êrîşê, partiyê bang li saziyên navneteweyî kir ku vê mijarê lêkolîn bikin û bişopînin.

Îranê hîn jî bersiva vê mijarê nedaye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye