Li Pirsûsê di salvegera berxwedana Kobanê de meşek hat lidarxistin

Li Pirsûsê di salvegera êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê de, li dijî polîtîkayên Tirkiyê xwepêşandanek bi rêve çû. Cîgirê Serokê Koma Partiya DEM’ê Sezaî Temellî got: "Divê Komîsyona Meclisê ya ku Rêber Apo destnîşan kiriye, xebatên xwe bidomîne."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di salvegera êrişên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê û ji bo şermezarkirina polîtîkayên Tirkiyê, li navçeya Pirsûs a Rihayê meşek hat lidarxistin.

Di meşê de, pankarta "Rojava xeta me ya sor e" hat hildan û dirûşmeyên "Bîjî berxwedana YPJ’ê", "Bîjî Serok Apo", "Bîjî berxwedana Kobanê" hatin gotin.

Meş bi tevlîbûna Partiya DEM û DBP’yê ya Riha, Semsûr, Dîlok û gelek rêxistinên sivîl ên demokratîk pêk hat.

Cîgirê Serokê Koma Partiya DEM’ê Sezaî Temellî, Parlamenterên Partiya DEM’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar jî, di meşê de cih girtin.

 

Omer Ocalan: Di berxwedana Kobanê de 54 welatiyên me şehîd bûn

 

Piştî meşê, li meydana navçeyê daxuyanî hate dayîn.

Parlamenterê Partiya DEM’ê yê Rihayê Omer Ocalan axivî.

Ocalan destnîşan kir ku gelê Pirsûsê li dijî DAÎŞ’ê, tekoşîneke bêhempa meşandiye û got: "Di berxwedana Kobanê de ya ku di 6’ê Cotmehê de dest pê kiribû, 54 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, 47 ji wan endamên HDP’ê bûn. Ji ber vê yekê doz li HDP’ê hat vekirin. Bi vê dozê xwestin tekoşîna gelê Kurd û berxwedana Kobanê mehkûm bikin."

 

Sezaî Temellî: Berxwedana Kobanê tekoşînek ji bo aştî û demokrasiyê bû

 

Pişt re Cîgirê Serokê Koma Partiya DEM’ê Sezaî Temellî axivî û diyar kir ku li Kobanê berxwedanek ku dîroka mirovahiyê guherandiye, hat jiyîn û got:

"Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di serî de, gelek siyasetmedar ji ber piştgiriya Kobanê hatin girtin.

Ew li cihên ku hatine girtin jî, berxwedanê didomînin, ji ber ku ew dizanin berxwedana Kobanê tekoşînek ji bo aştî û demokrasiyê bû."

 

Temellî: Divê di zûtirîn dem de biçin Îmraliyê

 

Temellî destnîşan kir ku ji 27'ê Sibatê û pê ve ji bo siyaseta Tirkiyê, qonaxeke nû dest pê kiriye û wiha axivî:

"Komîsyona Meclisê ya ku Rêber Apo destnîşan kiriye, xebatên xwe didomîne. Divê ev xebat bi garantiya hiqûqî û zemîneke siyasî bigihêjin encamê.

Divê di zûtirîn dem de biçin Îmraliyê, bi Rêber Apo re muzakere bêne domandin. Şertên xebatê û jiyana Rêber Apo divê li gorî daxwaza wî bêne rêkûpêkkirin."

 

Temellî: Birêz Ocalan muzakerevanê sereke ye

 

Sezaî Temellî, bal kişand ser vê yekê ku ev pêvajo tenê bi rojeva danîna çekan re nayê sînordarkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

"Hûn ne dikarin me, ne jî Birêz Ocalan bikin amûr. Birêz Ocalan muzakerevanê sereke ye. Heke hûn di mijara aştî û civaka demokratîk de dilsoz in, divê hûn zûtirîn dem gavên pêwîst bavêjin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24