Piştî êrîşên komên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li ser gundewar û bajarê Kobanê, talankirin û wêrankirina mal û milkên sivîlan li hejmarek gundan dest pê kiriye.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê bi dîmen ragihand ku gundê Bilik ê li başûrê bajarê Kobanê dikeve, şahîdî ji talankirina mal û milkên sivîlan re dike.
Li gorî agahiyan, çekdaran êrîşî hejmarek malên gund kirine û tiştên wan talan kirine.
Ev bûyerên ku li gundan diqewimin, di nav niştecihên mayî yên herêmê de bûye sedema fikar û tirsê.
Dîsa beriya çend rojan SOHR`ê bi dîmen kiryar û talankirina milkên sivîlan li hejmarek gundên Rojhilatê Kobanê belge kirin.
Li gorî dîmen asta zirara ku gihîştiye malên sivîlan li gundê Kirik, ku li başûrê rêya Rutko ye dikeve pir zêde ye.
Her wiha talankirinê bandor li gundê Sala jî kir, ku girêdayî navçeya Çelabiyê ya li gundewarê Rojhilatê Kobanî ye.
Niştecihên wê piştî vekişîna hêzan ji herêmê windabûna milkên xwe û zirara li mal û saziyên sivîl bûne ragihandin.
Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, binpêkirin ne tenê bi dizîna malên sivîlan ve sînordar bûn, lê di heman demê de nivîsandina hevokên heqaret û sloganên bi wateyên nijadperestî li ser dîwaran jî hebûn.
Ev yek di nav niştecihên herêmê de rastî hêrs û nerazîbûnê hat.