Gelek welatî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tevlî civînê bûn.
Civîn, li Eywana Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Wanê hat lidarxistin.
Di civînê de sînevîzyoneke pêvajoya ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an heta niha vedibêje hate pêşandan.
Piştre jî Hevşaredar Abdullah Zeydan ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, axivî.
Zeydan bi bîr xist ku di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK Abdullah Ocalan de li şaredariyê qeyûm hatiye tayînkirin.