Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo daxwazên xwe yên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, bi dirûşma “Gavek ji bo Aştiyê” li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê meşên girseyî li dar xistin.
Li Amedê bi hezaran kes tev li meşê bûn
Meşê li Navçeya Rezan a Amedê li ber Girtîgeha Hejmar 5 dest pê kir, bi hezaran kes tev li meşê bûn.
Tulay Hatîmogullari: Divê bi lezgînî qanûn bên çêkirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di meşa Amedê de axivî û diyar kir ku divê hemû tiştên ku pêvajoyê dixetîminin ji holê bên rakirin û got:
“Divê bêyî ku Meclis bikeve betlaneyê, bi lezgînî qanûn bên çêkirin, statuya aktorê sereke yê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan bê diyarkirin û şert û mercên wî bên başkirin.”
Li Wanê daxwaza gavavêtinê ji dewletê hat kirin
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê li ber Wan AVM’ê heta Parka Mûsa Anter bi dirûşma ‘Gavek ji bo Aştiyê’ meşek li dar xist.
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt di meşa “Gavek ji bo Aştiyê” de diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê, divê dewlet gavên şênber biavêje û got: “Gelê Kurd li benda van gavan e.”
Li Riha, Mêrdîn, Şirnex û bajarên din meş hatin lidarxistin
Bi heman dirûşma ‘Gavek ji bo Aştiyê’ li bajarên Riha, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg, Bedlîs, Çewlîg, Mûş, Agirî, Erdexan, Îdir, Qers, Erzirom, Dêrsim, Semsûr, Meletî û Dîlokê jî meşên girseyî hatin lidarxistin.
Tuncer Bakirhan li Enqereyê tev li meşê bû
Li Enqereyê jî di çerçoveya kampanyaya “Gavek ji bo Aştiyê” de bi beşdarbûna Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan, li Rêya Yuksel a navçeya Çankayayê meşek hat lidarxistin.
Endam û nûnerên partî û saziyên demokratîk û parlamenterên DEM Partiyê jî tev li meşê bûn.
Bakirhan di meşa “Gavek ji bo Aştiye” de axivî, bertek nîşanî gavneavêtina dewletê da û got:
“Aştî karekî birûmet e. Pêdiviya karekî birûmet bi gavên wêrek heye.”
Li Stenbol, Îzmîr û bajarên din jî meşên girseyî hatin lidarxistin
Li Stenbolê jî bi pêşengiya DEM Partiyê meşek hat lidarxistin. Gel li Peykera Bogayê ya navçeya Kadikoyê kom bûN û heta Îskeleya Kadikoyê meşiyan.
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê, bi daxwaza naskirina statuya Abdullah Ocalan û avêtina gavên berbiçav, bi dirûşma “Gavek ji bo Aşitiyê” meşek li dar xist.
Di heman demê de li bajarên Tirkiyê yên cuda weke Konya, Eskîşehîr, Kocaelî, Balikesîr, Çanakkale, Aydin, Antalya, Mersîn, Edenê, Osmaniye û Hatayê jî meşên “Gavek ji bo Aştiyê” hatin lidarxistin.