Li Dêr Hafir di navbera QSD û çekdarên hikûmeta veguhêz de şer derket

Piştî nêzî 3 mehan ji agirbesta di navbera QSD`ê û Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, duh agirbest hat binpêkirin û şerek li derdora gundewarê bajarê Dêr Hafir ê girêdayî Helebê qewimî, her du aliyan daxuyanî dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî şerekî dijawr û demdirêj di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de, Di 5ê gulanê de agirbestek hatibû ragihandin.

Duh di saetên êvarê de, li gundewarê bajarê Dêr Hafir ê girêdayî parêzgeha Helebê, şer di navbera QSD û komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de qewimî.

 

QSD: Me mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî

 

Di derbarê vî şerî de, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên girêdayî hêzên Hikûmetê, di saetên êvarê de, êrîşî gundewarê Dêr Hafir kirin û hêzên QSD mafên xwe yên parastina rewa bi kar anîn.

 

QSD: Idîayên wezareta parastinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê red kir

 

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê, idîayên Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, ku dibêje nuqteyên wan rastî êrişekê ji aliyê QSDê ve hatine, red kir û da xuya kirin ku berevajî wê yekê, "komên bê dîspilîn" ên girêdayî hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, şeva borî bi dehan top, herêmên gundewarê Dêr Hafir, yên ku şênî lê hene, topbaran kirin. 

 

QSD: Wezareta parastinê dixwaze rastiyan biguhere

 

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku "Wezareta Parastinê" dixwaze rastiyan biguhere, raya giştî bixapîne û ev idîa nakevin  xizmeta ewlehiya welat.

Di dawiya daxuyaniyê de, QSDê bang li saziyên eleqedar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê kir ku bi berpirsiyariya xwe rabin û komên nedîsplînkirî kontrol bikin.

 

Wezareta Paristinê: QSDê derdora gundê Keyariyê topbaran kir

 

JI aliyê xwe ve jî, navenda ragihandina Wezareta Paristinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku hêzên QSDê di saetên êvarê de, derdora gundê Keyariyê yê girêdayî Dêr Hafir, topbaran kir.

Wezareta Paristinê ragihand ku hêzên wan bersiv dan û diyar kir ku li derdora bajarê Meskeneyê yê li rojhilatê Helebê, rokêt ji aliyê hêzên QSD ve hatin bikaranîn.

Ji aliyê xwe ve jî QSDê tekez dike ku ev êrîş ji aliyê komên girêdayî hikûmetê ve hatiye destpêkirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24