Vê sibehê xaleke pêşgermehan li nêzî Hewlêrê rastî êrîşên mûşekî hat.
Wezareta Pêşmergeyan der barê mijarê de, daxuyaniyek belav kir û wiha got:
“Îro serê sibehê di du êrîşên cuda de, baregeha Fîrqeya 7'an a Peyade ya Herêma 1'ê û hêzeke Fîrqeya 5'an a Peyade ya Hêza Pêşmergeyan a li sînorê Soranê bûn armanca êrîşan.
Ev êrîş bi kiryareke dijminane, bi xedr, xiyanet û dûrî hemû pîvanên mirovahî û cîrantiyê ye, bi 6 mûşekên balîstîk ên Îranê hatin kirin.
Di encama van êrîşan de 6 Pêşmergeyên me yên qehreman şehîd ketine û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne.”
“Mafê me yê bersivdayînê heye”
Wezareta Pêşmergeyan ev êrîş û hemû êrîşên din ên "terorîstî" yên li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.
Wezaretê diyar kir ku mafê wan ê bersivdayînê heye û ev peyam da:
"Hemû mafê me heye ku em bersivê bidin her destdirêjiya li ser gelê xwe û axa xwe.
Me ti carî hêvî nedikir ku bi vî rengî bersiva helwesta aştîxwaz a Herêma Kurdistanê bê dayîn, lê temenê xedr û zilmê kurt e û dê vîna aştiyê bi ser bikeve."
Wezareta Pêşmergeyan sersaxî ji bo malbatên şehîdan re xwest, başbûna bilez ji bo birîndaran kir.
Wezaretê bang li hemû aliyan kir ku şer û aloziyan ji Başûrê Kurdistanê dûr bixin.
Di daxuyaniyê de daxwaz ji hikûmeta federal (Îraq) û civaka navneteweyî hat kirin ku li hemberî van binpêkirinan bê deng nemînin.