Ji ber êrîşan li Îran û Rojhilat 36 welatîyan jiyana xwe ji dest dan

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan bîlançoya 24 saetên dawî yê şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de ku di roja 25`an de dewam dike, eşkere kir. Ajansa HRANA`yê diyar kir ku di encam êrişan de 36 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 138 welatiyên din jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa HRANA`ê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de, li 20 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 279 êrîş pêk hatine.

Di êrişan de 46 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên Besîc, balafirxaneyên leşkerî, baregehên polîsan, bîrên petrolê û çavkaniyên bin erd ên atomî hatin hedefgirtin.

Her wiha di encama êrişan de 36 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 138 welatiyên din jî birîndar bûn.

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan diyar kir ku piraniya êrişan li ser Tehran, Elburz, Esfehan, Bender Ebas, Qum, Buşehir, Tewrêz û Kendava Fars pêk hatine.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye